Îranê 17 welatiyên Kurd ji bajarên cuda yên Rojhilata Kurdistanê girtin

9-kes-iran-rojhilat-kurd-net

Di heyama 4 rojên destpêka meha Îlona 2024an de, herî kêm 17 welatiyên Kurd ku yek ji wan nûciwanekî 16 salî ye li bajarên cuda yên Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine binçavkirin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê diar kir, di heyama 4 rojên destpêka meha Îlona 2024an de, 10 welatiyên Kurd li bajarokê Bilwanava yê ser bi bajarê Dêwulanê, 4 welatî ku yek ji wan zarokek e li bajarê Mehabedê û 3 welatiyên xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine binçavkirin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Di rojên Yekşemî, Duşemî û Sêşemî de herî kêm 10 welatiyên Kurd ên bi navên Cemîl Mihemedî, Şadiman Mihemedî, Fuad Mihemedî, Mihemed Mihemedî, Mêysem Hacîmecîd, Semîr Mihemedî, Pêdram Mihemedî yê temen 25 salî û Mardîn Baqirî yê temen 19 salî û du welatiyên dîn yên bi paşnavê Baqirî ku navên wan diyar nîne li bajarokê Bilwanava yê ser bi Dêwulanê hatine girtin.

Herwiha Ramiyar Ebûbekirî yê 16 salî û Siyaweş Sultanî ji endamên malbatên dadxwaz, Adil Kake yê 23 salî û Umîd Ehmednijad yê temen 35 salî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li bajarê Mehabadê hatine binçavkirin.

Li berdewamiya pêla binçavkirina welatiyên Kurd di heyama çend rojên borî de, demjimêrên destpêkî yên sibêdeha roja Çarşemî 4ê Îlona 2024an, sê welatiyên Kurd yên bi navên Diyako Ezîzî yê temen 34 salî, Luqman Zengî yê temen 52 salî digel kurê xwe yê bi navê Siyamend Zengî yê 22 salî li bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine binçavkirin.

Pustên heman beş