Di heyama Kabîneya Nehem de 585 projeyên rêyan hatine cîbicîkirin

krg-9-masrour-barzani-info

Kabîneya nehemîn, ji bo baştirkirina jêrxana Herêma Kurdistanê û girêdana hemû bajar û bajarokan, çend rê û pirên nû çêkirine û gelek rê û pirên din jî di warê cibicîkirinê de ne.

Di heyama Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, 585 projeyên rêyan hatine cîbicîkirin ku 75 projeyên stratejîk û girîng in, 291 projeyên din jî di warê cibicîkirinê de ne.

Ji wan 585 projeyên rêyan ku hatine encamdan, 1363 kîlometre rêyên nû bi bihayê zêdetir ji 930 milyar dînar hatine çêkirin. Di van projeyan de zêdetirî 11 milyon metre çargoşe qîr hatiye bikaranîn.

Piraniya projeyên rêyan di dema Kabîneya Nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi destê karê navxweyî hatine cîbicîkirin.

Çêkirina rêyan ji aliyê Kabîneya Nehem ve, bi armanca pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji bo welatiyan û pêşxistina sektorên bazirganî, geştyarî û pîşesazî ye.

Hin ji projeyên rêyan di Kabîneya Nehem de

Rêya nû ya Hewlêr – Dihok

Tevî qeyrana darayî jî, Kabîneya Nehem ji bo ewlehiya welatiyan, bi bihayê 399 milyar dînar, beşek ji rêya nû ya Hewlêr – Dihokê dubare dirust kir.

Projeya rêya Hewlêr-Dihok zêdetirî 86 kîlometran dirêj e û li her aliyê rê jî firehiya wê zêdetirî 11 metreyan ye.

Pira Zêyê Mezin

Pira Zêyê Mezin, mezintirîn pira Herêma Kurdistanê ye. Beşek ji rêya Roviya – Gopal e û her du parêzgehên Hewlêr û Dihokê bi hev ve girê dide.

Pira 928 metre dirêj û 10 metre bilind e. Pira ji du arasteyan pêk tê, firehiya her arasteyê 15 metre ye û bi bihayê zêdetirî 43 milyar dînar hatiye avakirin.

Tunela Pîrmamê

Yek ji projeyên rêyên stratejîk ên di Kabîneya Nehem de hatiye temamkirin; Tunela Pîrmam 2,5 kîlometre dirêj e.Tunêla Pîrmam navenda Hewlêrê bi Şeqlawe û Deşta Herîrê ve girêdide.

Ew tunel li ser erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi bihayê 148 milyon dolar hatiye çêkirin. Ew bi pergaleke pêşkeftî ve hatî dirustkirin.

Pira Derbenda Ranyayê

Kevirê bingehîn ê pira Derbenda Ranyayê di 13ê Cotmeha 2020an de ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve, bi bihayê 11 milyar û 387 milyon û 745 hezar û 800 dînar hat danîn.

Pira 420 metre dirêj e, 15 metre firehî û 32 metre bilind e. Herwiha herêma Raperîn, bajarokê Dukanê û Silêmaniyê bi hev ve girê dide û çûnûhatina welatiyan, bazirganî, geştyarî û çandiniyê hêsan bike.

Rêya 150 metreyî ya Hewlêrê

Rêya 150 metreyî, şeşemîn rêya bazneyî ya Hewlêrê ye, ew rê navçeyên Benislawa, Kesnazan, Daratû, Behrikê, Giwêr, Qurîtan û Serkarêz bi hev ve girê dide.

Rêya 150 metreyî ya Hewlêrê yek ji mezintirîn projeyên ku ji aliyê Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê ve hatiye cîbicîkirin, dirêjiya wê 70 kîlometran e û her saydeke wê 20 metre fireh e.

Tevahiya projeyê dê bi 700 milyon dolaran bi dawî bibe, ev rê li derdora Hewlêrê bi lez û bê rawestan dizivire.

Çavkanî: Kurdistan 24

Pustên heman beş