Mîtê berpirsa PKKê Salîha Akbiyik kuşt

Salîha-Akbiyik---Net

Îstixbarata dewleta Tirk îro ragihand ku bi operasîyoneke taybet ku li bajarê Silêmaniyê pêkhatiye, berpirsa PKKê ya bi navê Salîha Akbiyik bi navê kod Nûjiyan Amed kuştiye.

Îstixbarta dewleta Tirk îro roja şemî 7 îlona 2024ê ragihand ku li bajarê Silêmaniyê bi operasyonekê, berpirsa Îranê ya PKKê/KCKê Salîha Akbiyik ya bi kodnavê “Nûjiyan Amed” kuştiye.

Destinîşan kir, li gorî agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, hat tesbîtkirin ku Akbiyik li Pêncwêna navçeya Silêmaniyê ya ser sînor e. Ew ku gav bi gav hat şopandin, di demeke guncaw da bi operasyonekê hat kuştin.

Salîha Akbiyik ji sala 1993yan ve di nava rêxistina PKKê da cih digre, fermandara YEJA STARÊ û di nava PJAKê de jî erk wergirtine.

Rêxistina PKKê derbarê kuştina wê dibêje: Salîha Akbiyik li 23 Tîrmeha sala rabûrî 2023ê li herêmên parastinê yên medya di êrîşeke dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da ye.

Pustên heman beş