Hêzên rejîma Sûriyê hunermendê kurd “Hesen Mihemed” duh şemiyê 7ê Îlona 2024 piştî du rojan ji girtinê serbest berda.
Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku rejîmê hunermendê navdar Hesen Mihemed serbest berda piştî ku ew li xaleke pişkinînê li derdora taxa Şêx Meqsûd li gundewarê helebê girt dema ku ew ber bi navenda bajêr ve diçû ji bo dîtina bijîşkan.
Taxa Şêx Meqsûda girêdayî parêzgeha Helebê di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel yên partiya yekîtiya demokratîk de ye.