Bi fermana Mesrûr Barzanî çend proje li Dihokê tên cibicîkirin

Masrour-Barzani-Duhok -Info-Info

Li parêzgeha Dihokê çend proje bi bihayê zêdetir ji 30 milyar û 809 milyon dînar tên cîbicîkirin.

Parêzgarê Dihokê Elî Tatar îro 8ê Îlonê di daxuyaniyekê de ragihand, bi razemendiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi bihayê zêdetir ji 30 milyar dînar çend projeyên cuda li parêzgehê tên cîbicîkirin.

Projeyên ku bêne pêkanîn:

– Qonaxa yekem a kornêşa bendava Dihokê.

– Rêkxistina bazar û masterplana sereke ya Çiyayê Zawa.

– Rêkxistin û qîrkirina hemû cadeyên sereke yên navenda Dihokê.

– Cîbicîkirina çend projeyên cuda li Zawîta û Mangêşkê.

Parêzgarê Dihokê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Encûmena Wezîran û aliyên peywendîdar kir ku piraniya daxwazên xelkê Dihokê cîbicî kirine.

Di heyama Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, zêdetir ji 959 projeyên mezin û biçûk bi bihayê zêdetir ji 1 trîlyon û 81 milyar dînar li parêzgeha Dihokê hatine cîbicîkirin.

Ji 959 projeyan, 485 proje ketine xizmeta welatiyan û karên li 423 projeyên din jî berdewam in. Herwiha razemendî ji bo cîbicîkirina 51 projeyên din li parêzgariya Dihokê hatiye dayîn.

Pustên heman beş