Artêşa Tirkiyê 15 çekdarên YPGê kuştin

YPG-15-Rojava-Kurdistan-Net

Artêşa Tirkiyê di êrîşekê de ku li Rojava Kurdistanê encam daye, 15 çekdarên YPGê kuştin, her wiha li Qendîlê jî gerîlayek ket ber êrîşa balafiran.

Ajansa Anadolu îro roja yekşemî 8\9\2024ê belav kir ku artêşa Tirkiyê li herêmên mertala feratê û Çiqlê Zeytûnê yên li bakurê Sûryeyê 15 çekdarên YPGê “baskê leşkerî yê PKKê li Rojava Kurdistanê” kirine armanc.

Her wiha destnîşan kir, li herêma Qendîlê ya li Başûrê Kurdistanê jî, êrîşên asîmanî li dijî PKKê hatin encam dayîn, çekdarekî rêxistinê hat kuştin.

YPGê derbarê nasnameya van çekdarên xwe û êrîşê ti agahî neda ne.

Pustên heman beş