Nasnameya 3 çekdarên din yên PKKê aşkere bû ku li Tîrmeha îsalê li Xakurkê hatine kuştin û rêxistinê mirina wan veşartî hiştbû.
Li gorî daxuyanîya HPGê baskê leşkerî yê PKKê, her yêk ji çekdarên wan yên bi navên kod Amed Efrîn û Firat Sêrt li 20ê Tîrmeha 2024an û Fedakar Yadîgar jî 21ê Tîrmeha 2024an li Xakurkê hatine kuştin.
HPGê da zanîn ku Amed Efrîn sala 2012an, Firat Sêrt sala 2014an û Fedakar Yadîgar jî sala 2015an tevlî refên PKKê bûne.
PKKe her roj nasnameyên komên ciwanên Kurdan aşkere dike, ciwanên ku di sal û mehên berê de hatine kuştin û mirina wan veşartî, li gorî agahiyên destê me, hêjan bi sedan ciwanên Kurdan mane ku PKKê berê wan daye mirinê û hêjan jî mirina wan veşartî hiştiye.