Balafiran 5 Gerîla li Avaşîn kirin armanc

Avashin-pkk-5-info

Pênc çekdarên Partîya Karkeran “PKKê” îro li herêma Avaşîn ya li Başûrê Kurdistanê ketin ber êrîşên balafirên şer yên Tirkiyê û jiyana xwe ji dest dan.

Ajansa Anadulo ji wezareta parastina netewî ya Tirkiyê veguhestiye ku îro roja yekşemî 8 îlona 2024ê êrîşên hewayî li herêma Avaşînê pêkhatine, 5 çekdarên rêxistina PKKê ketin ber êrîşan û hatine kuştin.

Destnîşan kir, êrîşên li dijî PKKê wê bênavber li her derê bidomin.

Li gorî amarên ku artêşa Tirkiyê û rêxistina PKKê her navbera çend rojan parvedikin, bi deha Gerîla ji 1î vê mehê ve ketine ber êrîşan, PKKe jî dibêje me hejmareke eskeran kuştine.

Pustên heman beş