Li Dêrsimê wesayîteke leşkerî wergeriya 4 leşker mirin

Li Dêrsimê wesayîteke leşkerî wergeriya 4 leşker mirin

Li navçeya Pulur a bajarê Dêrsima Bakûrê Kurdistanê, wesayîteke leşkerî di dema pêkanîna erkê xwe de wergeriya û di encama bûyerê de 4 leşker mirin, leşkerek jî birîndar bû.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya di wê derbarê de daxuyaniyek da û ragehand ku di encama bûyera wesayîta leşkerî ku li navçeya Pulur a Dêrsimê di dema pêkanîna erka xwe de wergeriya de, çawîşên pispor yên Cendirme, canê xwe ji dest dane û çawîşek jî birîndar bûye.

Yerlîkaya herwaha di daxuyaniya xwe de ji malbat û kesûkarên wan leşkeran re jî sersaxî xwest.

Pustên heman beş