Fadî Merhî: divê dosyaya binçavkirina siyasî bi dawî bibe û hemû kesên hatine revandin bên berdan

Fadî Merhî: divê dosyaya binçavkirina siyasî bi dawî bibe û hemû kesên hatine revandin bên berdan

Duh, çekdarên Partiya Yekîtiya Demokrat çar endamên revandîyên Encûmena Niştmanîya Kurdî piştî demekê ji binçavkirina bi zorê ku nêzîkî sê mehan dom kir, serbest berdan.

Kesên hatine berdan evin:

Rojnamevana Encûmena Niştîmanîya Kurd li devera Amûdê Bêrîvan Îsmaîl ku di 9/6/2024an de hatibû revandin.

Endamê partiya Yekîtiya Kurdistanê ji bajarê Amûdê Fewaz Salih Benko ku di 6/9/2024 de hatibû revandin.

Endamê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya Ebdulrehman Mihemed Şenk ji gundê Guceratê ku ji 6/6/2024an ve hatiye revandin.

Endamê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriyê Xalid Mîro ku di 6/9/2024an de ji bajarê Dêrkê hatibû revandin.

Di vê derbarê de, berpirsê nivîsgeha peywendiyên giştî yên Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê Fadî Merî got: divê dawî li pirsa girtina kesayetiyên medyayî û siyasetmedaran bi tawanên derew bê anîn û li ser Amerîkayê ku herêm di bin bandora wan deye pêwîste bi cidî li ser vê xala bingehîn a ku aliyê din wek faktoreke fişarê bi kar tîne bixebite, û ev pêngav bê eşkerekirina çarenivîsa hemû kesên revandî û azadkirina wan ne temame, û li ser PYDê jî pêwîste ku dawiyê li dosyaya girtina kesayetiyên siyasî bîne, kesên binçavkirî hemûyan serbest berde û çarenivîsa windayan eşkere bike ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê li herêmê.

Fadî Merî her wiha got: em berê destpêşxer bûn û hîna jî destpêşxerin ku dawî li karesata niha were anîn, ew karesata ku gelê meyê azadîxwaz û bi rûmet westandiye, lê di heman demê de em li hember hemû kiryar û binpêkirinên ku li dijî me têne kirin wek Encûmena Niştimanîya Kurdî disekinin û ev karane  nabin rêgir ku em ber bi armanca xweya mafdar ve biçin.

Hejmarek ji girtiyên din ên Encûmenê hêj di girtîgehên partiya Yekîtiya Demokrat de ne û ew jî evin:

Rojnameger Rakan Ehmed: di 29 Adara 2024 de li Girkê Lekê ji mala xwe hatiye revandin.

Merwan husên lyanî: cwanê çalak û endamê devera Girkê Lekê ya Encûmena Niştimanîya Kurdî, di 1ê Nîsana 2024an de hatiye revandin.

Hissam Dorsin: Endamê Partiya Gela Kurdistanê-Sûriye ku di 1ê Nîsana 2024an de ji bajarê Dêrikê hatiye revandin.

Rojnameger Ehmed Sofî: 2 Nîsana 2024an ji herêma Dêrikê hatiye revandin.

Fethî Sarhan Kado: Endamê Desteya Şêwirmendiya Partiya Yekîtîya Kurdistanê ku di 15ê Hezîrana 2024an de hatiye revandin.

Pustên heman beş