Balafirên şer yên dewleta Tirk, 21 pêgehên Partîya Karkeran li herêmên Metîna, Gare, Xakurk û Qendîlê hedef girtin, 5 çekdar kuştin.
Li gorî wezareta parastina neteweyî ya Tirkiyê li herêmên Metîna, Gare, Xakurk Û Qendîlê di operasyona esmanî ya li dijî hedefên PKKê da 21 pêgeh hatin îmha kirin û di encamê de 5 çekdarên rêxistinê ketin ber êrîşan.
Her wiha diyar kir, li Garey 4 çekdarên PKKê û li Xakurkê jî yek çekdar hatin hedef girtin.
Di daxuyanîya wezaretê da hat gotin ji bo ku PKKe/KCKe û hêmanên din yên wê bên bêbandorkirin, êrîşên wan wê bidomin.
Di daxuyanîyê da hat destnîşankirin ku bi operasyona esmanî 21 hedefên ku ji şikeft, kozk û sitargehan pêk tên yên ku ji hêla rêxistna PKKê ve tên bikaranîn hatin îmhakirin.