Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê diyar kir ku fermandarekî wan li Çiyayê Gareyê yê Herêma Kurdistanê hatiye kuştin.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku piştî li herêma Çiyayê Gareyê şer û pevçûna bi gerîlayên PKKyê re derket fermandarê wan ê bi navê Omer Fatih Ayar bi giranî birîndar bûye.
Li gorî daxuyaniyê, Omer Fatih Ayar sewqî nexweşxaneyê hat kirin lê ew li nexweşxaneyê mir.
Li gorî AAyê bi tevlîbûna parêzgarê Şirnexê Cevdet Atay û berpirsîn îdarî yên Şirnexê li Balafirgeha Şerafettîn Elçî merasîma cenaze hat lidarxistin.
Hat gotin ku fermandarê kuştî xizmê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ye.
Ekrem Îmamoglu piştî xebera mirina Fatih Ayar li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:
“Ez sersaxiyê ji xizmên me re dixwazim”.
Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.