Artêşa Tirkiyê di êrîşekê de ku li Rojava Kurdistanê encam daye, 11 çekdarên YPGê kuştin, her wiha li Garê jî du Gerîla ketin ber êrîşa balafiran.
Ajansa Anadolu îro roja sêşemî 10\9\2024ê belav kir ku artêşa Tirkiyê li herêmên mertala feratê û Çiqlê Zeytûnê yên li bakurê Sûryeyê 11 çekdarên YPGê “baskê leşkerî yê PKKê li Rojava Kurdistanê” kirine armanc.
Her wiha destnîşan kir, li herêma Garê ya li Başûrê Kurdistanê jî, êrîşên asîmanî li dijî PKKê hatin encam dayîn, du çekdarên rêxistinê hatin kuştin.
YPGê derbarê nasnameya van çekdarên xwe û êrîşê ti agahî neda ne.