Bi sedema hebûna çekdarên PKK, di 6 rojan de Tirkiyê herî kêm êrîş li ser 8 gundên Duhokê encam dane

Bi sedema hebûna çekdarên PKK, di 6 rojan de Tirkiyê herî kêm êrîş li ser 8 gundên Duhokê encam dane

Bi sedema liv û tevgera bi guman a çekdarên PKK’ê di nava gundên Duhokê de, balafirên şer yên dewleta Tirk bi dehan bombe û mûşek li ser hejmareke gund û herêmên diyar yên parêzgeha Duhokê barandin.

Çavkaniyên Darka Mazî aşkere kirin, ji 4/9/2024 heya 9/9/2024 balafirên şer yên Tirkiyê hejmareke gundên Duhokê li deverên Berwarî Bala û Nihêlê borduman kirine û zirarek pir mezin bi xweza û aqarê wan herêma gihandiye.

Çavkaniyên Darka Mazî destnîşan kir, sedema êrîşên berdewam yên dewleta Tirk li ser gundên Duhokê bo liv û tevgera bi guman a çekdarên PKK’ê vedigere ku rêxistin dixwaze ev gund werin vala kirin û bibin qadên şer.

Êrîşên Tirkiyeyê bi vî awa bûne:

4/9/2024

Saet 3:35 nîvrojê, balafirên şer yên leşkerê Tirkiyeyê deriyê geliyê Sêvê li hindavî gundê Berçê yê ser bi devera Nihêlê bombebaran kiriye.

5/9/2024

Saet 1:20 şevê leşkerê Tirkiyeyê bi çekê doşka teqe li Serê Sîlê ku dikeve çiyayê Kurejaro li hindavî nahiyeya Şêladizê kiriye.

Saet 9:30 şevê, balafirên şer yên leşkerê Tirkiyeyê tunela PKK’ê ya dikeve çiyayê Metîna li hindavî gundê Guherzê yê ser bi devera Nihêlê ve bombebaran kiriye.

Saet 9:45 heyanî 10:15 şevê, helîkopterên leşkerê Tirkiyeyê bi çekê doşka û mûşekan geliyê Bêşîlê û geliyê Bazê yên ser bi devera Berwarî Bala ve hedef girtine.

Saet 6:30 êvarê balafirên şer yên Tirkiyeyê tunela PKK’ê ya ku dikeve hindavî gundê Guherzê bombebaran kiriye, her wiha careke din di Saet 9:42 heyanî 11:40 şevê ev tunel ji aliyê helîkopterên şer yên leşkerê Tirkiyeyê bi çekê doşka hatiye hedef girtin.

Saet 9:25 heyanî 9:50 şevê, helîkopterên şer yên Tirkiyeyê bi çekê doşka û bi mûşekan geliyê Bazê yê ser bi devera Berwarî Bala ve bi zêdetirî ji 20 mûşekan hedef girtiye.

6/9/2024

Saet 2:35 nîvrojê, topxaneyên leşkerê Tirkiyeyê derdora Gundê Guherzê yê ser bi devera Nihêlê ve bombebaran kiriye.

Saet 9:30 şevê, helîkopterên şer yên Tirkiyeyê bi çekê doşka û bi mûşekan şikefta Babekra li geliyê Bazê yê ser bi devera Berwarî Bala ve hedef girtiye.

7/9/2024

Saet 3:15 nîvrojê, balafirên şer yên Tirkiyeyê careke din tunela çekdarên PKK’ê ya dikeve hindavî gundê Guherzê hedef girtiye, her wiha di Saet 11:52 şevê careke din ev tunel hatiye hedefgirtin.

8/9/2024

Saet 1:5 nîvrojê, balafirên şer yên Tirkiyeyê navbera geliyê Bazê û geliyê Bêşîlê yên ser bi devera Berwarî bala ve bombebaran kiriye.

Saet 10:00 heyanî 11:15 şevê, du helîkopterên şer yên Tirkiyeyê bi çekê doşka û bi mûşekan geliyê Bazê, geliyê Bêşîlê û Dergela Mûsabegê bi zêdetirî ji 25 mûşekan hedef girtine.

9/9/2024

Saet 2:10 şevê, helîkopterên şer yên Tirkiyeyê devera rûbarê Sipne û geliyê Dêreşê hedef girtine, her wiha di Saet 8:33 serê sibehê de, balafirên leşkerê Tirkiyeyê geliyê Dêreşê û pişta gundê Dêreşê hedef girtine.

Saet 8:30 heyanî 9:20 şevê helîkopterên şer yên Tirkiyeyê geliyê bazê heyanî digehe geliyê Bêşîlê yên ser bi nahiya Kanîmasê ve bi çekê doşka û mûşekan hedef girtiye.

Ji Gulana îsal 2024ê ve û paş dijwarbûna êrîşên dewleta Tirk, rêxistina PKK’ê bi zanebûn çekdarên xwe dişîne derdora gundên parêzgeha Duhokê, ev gund dewam dikevin ber êrîşan û vê yekê nîgeraniyek mezin li cem şênîyan çêkiriye û PKK’e vê yekê bi zanebûn dike û dixwaze ew gund û herêmên Duhokê werin vala kirin.

Pustên heman beş