Kerkûk.. Şer di navbera DAIŞ û hêzên ewlehiyê de çê bû û qurbanî hene

ISIS-Kirkuk

Li gundekî Kerkûkê şer di navbera komeke DAIŞê û hêzên ewlehiyê de çê bû. Di encamê de, çekdarek hat kuştin û sê endamên hêzên ewlehiyê jî birîndar bûn.

Hat ragehandin, “Nêzî seet 08:00 ê serê sibeha îro (Çarşem, 11.09.2024) li gundê Sêkaniyanê yê Kerkûkê, şer di navbera komeke DAIŞê û hêzên ewlehiyê yên parêzgeha Kerkûkê de çê bû.”

Di encamê wî şerî de, çekdarek hat kuştin, du çekdar hatin desteserkirin û yek jî revî, herwesa sê endamên hêzên ewlehiyê jî birîndar bûn.

Wê koma DAIŞê xwe di nav xaniyekî wî gundî de heşar dabû.

Hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînan li ser wê rûdanê kiriye û ew xaniyê gundê Sêkaniyanê jî dorpêç kiriye.

Pustên heman beş