Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” zarokekî din ê 14 salî revand

Çeteyên PKK’ê"Ciwanên Şoreşger" zarokekî din ê 14 salî revand

Rêxistina çete a bi navê “Ciwanên Şoreşger“ a ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê ve, zarokek ji bajarê Qamişlo bi armanca tevlîkirina nav refên partiyê de revandin.

Li gorî tora Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, rêxistina “Ciwanên Şoreşger” di 7î Îlonê de zarokê 14 salî yê bi navê Ehmed Mihemed Îbrahîm li taxa Kanala Suezê a bajarê Qamişlo, dema ku diçû ser kar revand.

Tevî ku malbata Ehmed ji boy lêkolînkirina çarenivîsa kurê xwe serî li navendên Partiya Yekîtiya Demokratîk û Hêzên Sûriyeya Demokratîk da, lê heta niha ti agahî derbarê çarenivîsa kurê xwe bi dest nexistine.

Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekdaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.

Li gorî çavdêran armanca çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ji revandina zarokên temen biçûk, şûştina mejiyê zarokan li gor bîrdozên Partiya Karkerên Kurdistanê û tevlîkirina wan di nava refên leşkerî yên partiyê de ye.

Pustên heman beş