Serok Barzanî: Şoreşa Îlonê doza Kurdistanê gihand cîhanê

Serok Barzanî: Şoreşa Îlonê doza Kurdistanê gihand cîhanê

Serok Barzanî got: “Me îradeya Şoreşa Îlonê wergirtiye û heta em sax bin jî ew îrade dê bimîne.” Herwiha got: “Em Şoreşa Îlonê li ser Çiyayê Sefînê bibîr tînin ku di dîroka têkoşîna gelê Kurdistanê de, alayeke bilind e.”

Serok Mesûd Barzanî îro 11ê Îlonê li ser Çiyayê Safîn beşdarî 66emîn salvegera Şoreşa Îlonê bû û di çarçoveya gotarekê de bi boneya salvegera Şoreşa Îlonê ragihand, “Îro rojeke pîroz e, Şoreşa Îlonê şoreşek e ku doza gelê Kurdistanê gihand hemû cîhanê û deriyekî fireh ji hemû Kurdistanê re vekir û berhema wê jî hebû. Dîsa di 11’ê Adara 1970’an de, bi xwîna Pêşmergeyên qehreman destkefteke mezin ji bo gelê Kurdistanê hate bidestxistin.”

Serok Barzanî amaje bi wê yekê kir, Şoreşa Gulanê berdewamiya Şoreşa Îlonê bû û hêvî xwest ku hemû alî û gelê Kurdistanê vegere ser ruhê şoreşa Îlonê û serhildana sala 1991ê.

Serok Barzanî got: “Em bi hev re dikarin gelek destkeftan bi dest bixin û divê em spasiya xwedê bikin ku îro em bi amadebûna van ezîzan, şoreşa Îlonê bi bîr tînin. Sefîn alayeke bilind e di dîroka gelê Kurdistanê de.”

Serok Barzanî got: “Me ev îrade ji Şoreşa Îlonê wergirtiye û heta em sax bin jî ev îrade dê bimîne. Heta ku ev Pêşmergeyên qehreman li hebin, Kurdistan di destên ewle de ye û roj bi roj dê pêşketinên mezin çêbibin.”

Serok Barzanî di dawiya axaftinên xwe de hêviya serkeftin û pêşkeftina Kurdistanê xwest û amaje bi wê jî kir ku eger îrade nemîne, wê her tiştek nemîne.”

Pustên heman beş