Eskerekî Tirk hat kuştin

asker-mehmetcik-info

Wezareta parastinê ya Tirkiyê ragihand ku li Rojavayê Kurdistanê leşkerekî wan hatiye kuştin û got ku ew di encama qezayeka silehan de miriye.

Li gorî daxuyaniyê, navê wî leşkerî Onur Çapan û çawşê pispor bûye. Ev leşker li herêma “Çiqlê Zeytûnê” miriye.

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîn a 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Tirkiyeyê navê “şaxê zeytûnê” li êrişa xwe kir.

Divê were gotin ku bajarên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ne.

Hêzên Rizgarya Efrînê ku baskekî PKKê ye li wê derê, carnan li herêmên dagîrkirî çalakiyên şermînok yên leşkerî li dar dixin û leşkerên Tirkiyê û komên çekdar dikin hedef.

Pustên heman beş