Parêzgeriya Şirnexê li bejahiyên Cizîr, Silopî, Basa, Qilaban û Elkê bo 15 rojan li 15 hereman qedexe ragihand û hat amajekirin ku deverên hatîn destnîşankirin wek Herêma Ewlekariya Ya Teybet a Demkî hatine ragihandin.
Ji aliyê Parêzgeriya Şirnexê ve hat ragihandin ku li herêma Besta, li Çiyayê Cûdî ya dikeve aliyê Cizîr û Silopyayê, li Çiyayê Gabar ê dikeve aliyê Basa, li bejahiya Elkê û Qilaban bo 15 rojan qedexe hatiye ragihandin.
Di daxuyaniya Parêzgeriya Şirnexê de hatiye amajekirin, 15 deverên ku hatine destnîşankirin wek Herêma Ewlekariya ya Teybet a Demkî hatine ragihandin û biryara qedexeyê ji 14ê îlonê dest pê dike û heta 29ê Îlonê dê meriyetê de be û bang li welatiyan jî tê kirin ku li gorî biryara qedexeyê tevbigerin.
Parêzgeriya Şirnexê balê dikêşe ji bo ku ewlekariya civakî were cîbicîkirin, pêşî li tawanan û buyerên tund û tujiyê weregirtin biryareke wisa hatiye wergirtin û çûyin û hatina van hereman hatîye qedexekirin.