PKK bi dehan endam û kadroyên YNKê bi sîxuriya ji bo Tirkiyê tometbar dike

PKK bi dehan endam û kadroyên YNKê bi sîxuriya ji bo Tirkiyê tometbar dike

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê, bi dehan endam û kadroyên YNKê bi tometa sîxurî kirina ji bo Tirkiyê tometbar dike.

Rêveberê Kompanya Çetir Kemal Heme Reza ku ew kompanya ser bi PKKê ye û berpirsê tora ragehandina PKKê li Herêma Kurdistanê ye, di hevpeyvîneke li gel kanaleke Silêmaniyê de dibêje, ti pirsgirêkekî wan a siyasî li gel YNKê tine.

Herwaha kadroyên YNKê tometbar kir û ragehand: ‘’Nav YNKê de ez piştrastim ku bi dehan xetên cuda hene, ew jî kar ji bo wan saziyan dikin ku mijûlê torên casûsî û sîxuriyê ne ku ew tenê sîxuriyê li dijî me na, li dijî YNKê bixwe jî dikin.’’

Wî berpirsê PKKê derbarê armancgirtina endam û kadroyên PKKê li navçeyên bi destê hêzên ewlehiya YNKê de jî got: ‘’Guman tine ku sedî 100 destekî navxwe ku zanyariyan dide MÎT heye.’’

Tometbarkirina bi dehan endam û kadroyên YNKê wek sîxurê Tirkiyê ji aliyê PKKê ve, di demekî de ye ku YNK berdewam di çapemeniya xwe de aliyên din tometbar dike ku qaşo ji ber aliyên din sîxuriyê dikin berpirs û çekdarên PKKê dibin armanca êrîşên Tirkiyê, lê ji aliyê din ve derveyî YNKê ti partiyekî li sînorê Silêmaniyê hêz û saziyên ewlehiyê tine ne û ti partiyek jî wek YNKê ewqas desthilata berfireh li deverê tine ku çavdêriya çekdarên hêzeke wek PKKê bike.

Pustên heman beş