Çeteyên PKK’ê du zarokên din li Rojava revandin

Çeteyên PKK’ê du zarokên din li Rojava revandin

Çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ku rasterast fermana ji Qendîlê werdigirin, 2 zarokên din yên bin 18 saliyê de bi mebesta tevlîkirina wan di nava refên çekdarên PKK’ê li Rojava Kurdistanê revandin.

Di vê çarçoveyê de tora çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyê daxuyaniyek belav kir û ragehand, çekdarên PKK’ê xortekî bi navê Xalid Mehmûdê temen 14 salî li gundê Rumanyeya ser bi parêzgeha Reqa û herwiha xortekî din yê bi navê Îbrahîm Xelîl li bajarê Hesekê revandine.

Li gor agahiyan Xalid Mehmûd di 11ê Îlona 2024an de û Îbrahîm Xelîl jî di 8î Îlona 2024an de hatine revandin.

Toreyê da zanîn ku tevî hewildana malbatên zarokan û serîlêdana navendên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk û hêzên Sûriyeya demokratîk, heta niha wan nekariye ti agahiyekê di derbarê çarenivîsa kurên xwe bi dest bixin.

Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekdaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.

Li gorî çavdêran armanca çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ji revandina zarokên temen biçûk, şûştina mejiyê zarokan li gor bîrdozên Partiya Karkerên Kurdistanê û tevlîkirina wan di nava refên leşkerî yên partiyê de ye.

Pustên heman beş