Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, nabe kampanyaya hilbijartinan bi awayekî ku hevdu bişkînin û reş bikin be û asayîşa civakî ya Herêma Kurdistanê têk bibe.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 15ê Îlonê li Zaxoyê ji rojnamevanan re ragihand, di heyama sê salên borî de, gelek kar û projeyên ciwan ji bo Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê hatine cibicîkirin.
Nêçîrvan Barzanî got: “Tiştê ku ez dixwazim bibêjim ew e ku gelê me bêtir pêwîstiya wan bi xizmetguzariyê heye. Ez destxweşiyê li hemû kesên ku ji bo vê îdareyê karên baş kirine, dikim.”
Derbarê kampanyayên bangeşeya hilbijartinan de jî Serokê Herêma Kurdistanê got: “Divê bangeşe bê kirin, lê bi awayekî ku kes kesî neşikîne. Di encamê de em hemû di heman keştiyê de ne. Hilbijartin asayî ye û dikare were kirin, lê divê negihêjin asta ku hevdu bişkînin. Pêwîst e bangeşeya hilbijartinan bi awayekî neyê meşandin ku ewlehiya civakî ya Herêma Kurdistanê têk bibe.”
Li ser pirsgirêkên bi Bexdayê re, Nêçîrvan Barzanî got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl dide pirsgirêkan di çarçoveya destûra Iraqê de çareser bike. Em dixwazin hemû pirsgirêk di çarçoveya destûra Iraqê de bên çareserkirin.”
Amaje bi wê jî kir: “Em hatin vê deverê ji bo ku em ji nêzîk ve agahdarî rewşa vê deverê bin, tiştê ku ez dibînim li vê herêmê karekî ciwan û baş hatiye kirin, ez destxweşiyê li hemû wan kesan dikim ku ji bo Zaxo kar kirine.”