Rêxistina çete ya bi navê “Ciwanên Şoreşger” ya ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê bi armanca tevlîkirina nava refên partiyê, zarokekî din ji bajarê Hesekê revand.
Tora Sûrîya çavdêriya Mafên Mirovan ragihand, wan revandina zarokê 14 salî ê bi navê Mihemed Îmad Selîm li kampa El-Telay li bajarê Hesekê di 9 Îlonê de belge kiriye. Hat ragihandin ku ev zarok koçberê bajarê Serê Kaniyê ye û li gel malbata xwe li kampa El-Telay li Hesekê dimîne, ew sêwîye, bavê wî nexweşe û zilamekî pîre.
Toreyê da zanîn ku tevî hewildana malbata Mihemed Îmad Selîm û serîlêdana navendên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk û Hêzên Sûriyeya Demokratîk, heta niha malbata wî nekariye ti agahiyekê di derbarê çarenivîsa kurên xwe bi dest bixe.
Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekdaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.
Li gorî çavdêran armanca çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ji revandina zarokên temen biçûk, şûştina mejiyê zarokan li gor bîrdozên Partiya Karkerên Kurdistanê û tevlîkirina wan di nava refên leşkerî yên partiyê de ye.