Dije Terora Kurdistanê ragihand, li Mexmûrê di encama êrişa balafirên şerên artêşa Tirkiyê li ser baregeha PKK’ê de kesek hat kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn
Di daxuyaniyekê de Dije Terora Herêma Kurdistanê ragihand, îro roja Duşemî 16ê Îlona 2024an saet 9:45ê pêş nîvrojê, firokeyeke bê firokevana artêşa Tirkiyê, cihê civîna endamên PKK’ê li kampa Mexmûrê armanc kir û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kesên din jî birîndar bûn ku di nava wan de berpirsekî PKK’ê jî heye.