Ji ber teqîna bombeyeke çandî ya DAIŞê Pêşmergeyek birîndar bû

Ji ber teqîna bombeyeke çandî ya DAIŞê Pêşmergeyek birîndar bû

Ragehandina Wezareta Pêşmerge radigehîne, “Ji ber teqîna bombeyeke çandî ya DAIŞê, Pêşmergeyekî Xurmatûyê bi giranî birîndar bû.”

Ragihandina Wezareta Pêşmerge îro roja Duşemê, 16.09.2024 ragehand, “Ji ber teqîna bombeyeke çandî ya DAIŞê li devera Xereyê ya navbera Xurmatû û Kifiryê, Pêşmergeyekî şêniyê bajarkê Xurmatûyê bi giranî birîndar bû.”

Ew bombeya çandî bi Pêşmergeyekî Fewca Sêyê ya Lîwaya 1ê ya Hevpar a Pêşmerge û Artêşa Îraqê ve teqiyaye. Ji ber wê teqînê, Pêşmergeyê bi navê Mihemed Ehmed Elî ku xelkê Xurmatûyê ye destekî xwe winda kir.

Li gor agahiyên, di dema geriyana li rêzeçiyayên navbera Kifrî û Xurmatûyê de, bombeyek bi Pêşmergeyekî bi navê Mihemed Ehmed Elî ve teqiya ku xelkê Xurmatûyê ye, û ji ber wê destekî xwe winda kir.

Pustên heman beş