ENKSe li ser binpêkirinên li Efrînê daxuyaniyek parve kir

ENKSe li ser binpêkirinên li Efrînê daxuyaniyek parve kir

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li ser binpêkirinên li Efrînê daxuyaniyekê parve dike û wan binpêkirinan bi tundî şermezar dike, herwesa bang li civaka navdewletî dike ku ji bo rawestandina wan tawanan givaştinan bike.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê ENKS li ser binpêkirinên li Efrînê îro (Duşem, 16.09.2024) ragehand, “Ji wê demê ve ku herêma Efrînê ketiye bin kontrola grûpên çekdar ên ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tên piştevanîkirin, herêm rastî hejmareke binpêkirinên giran û sîstematîk hatiye ku weke tawanên li dijî mirovahiyê ne.”

Encûmena navbirî di pareke din a daxuyaniya xwe de got, “Ev alî bac û maldariyên zêde li ser sivîlan ferz dikin; ji bo vegerandina mal û erdan 5 hezar dolaran û ji bo her dareke zeytûnê jî 8 dolar.”

Çavkaniya navbirî ron jî kir, “Tevgera Sultan Silêman Şah welatiyê Kurd Îdrîs Ebû û 4 kesên din ji gundê Kaxirê (Ekî Axor) revandin û 11 hezar dolar fidye xwestin, dema ku nekarîn fidyeyê bidin, hatin îşkencekirin û girtin.”

Her wê çavkaniyê eşkere jî kir, “Dema ku jinên gund li ber baregeha fraksiyonê xwenîşandan kirin, hatin gulebarankirin, herwea gund ji aliyê leşkerî ve hat dorpêçkirin û hemû rêyên ragihandinê jê hatin qutkirin û di encamê de gelek jin birîndar bûn.”

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê ron jî kir, “Herêm ji Tîrmeha 2024ê û vir ve bûye şahidê gelek şewatan, ku qadên berfireh ên zeviyên çandiniyê û daristanan wêran kirine.”

Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi tundî ev binpêkirin şermezar kirin, herwesa bang li civaka navdewletî dike ku ji bo rawestandina van tawanan givaştinan bike.”

Encûmena navbirî tekez jî kir, “Divê hemû aliyên çekdar ji deverên şêniyan bên derxistin û meclîsên sivîl ên ku ji xelkê xwecihî pêk tên bên avakirin, da ku xelk bi rûmet û ewleh vegerin malên xwe.”

Pustên heman beş