Nasnameya du çekdarên berî salekê li Garey hatine kuştin aşkere bû

PKK-2-Gare-Turkey-Net

Nasnameya du çekdarên din yên PKKê îfşa bû ku li îlona sala rabûrî rêxistinê ew da bûne kuştin û heya roja me ya îro mirina wan bi veşartî hiştbû.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja duşemî 16/9/2024ê nasnameya 2 çekdarên xwe aşkere kir ku li 6 îlona sala 2023ê li herêma Gare ya li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û PKKê ji nû ve mirina wan îfşa kir.

Navên wan wisaye:

Xelîl Hesen ji Şirnexê.

Mihemed Seydo ji Efrînê.

HPGê di pesinê van çekdarên xwe de dîsa gotiye ew Apoyî bûn û fedayê Apo bûn!.

Ji destpêka sala nû 2024ê ve, PKKê weke salên berê her roj wêneyên komên ciwanên Kurdan parvedike, ciwanên ku di berxwedana xwe ya saxte de berê wan daye mirinê û mirina wan veşartî hiştî.

Pustên heman beş