Tirkiye kuştina berpirsekî PKKê li Garê radigihîne

Xelîl Yîgît -info

Medyaya Tirkiyeyê belav kir, Îstixbarata Neteweyî (MÎT), yek ji berpirsên PKKê yê bi navê Xelîl Yîgît bi operasyonekê li çiyayê Garê kuşt.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, MÎTê di encama xebatên îstixbarî de, cihê Xelîl Yîgît “Hogir Pîrosî” li çiyayê Garê diyar kiriye û di operasyoneke asmanî de kuştiye.

Diyar kir jî, Yîgît li Şirnexê di 2007an de tevlî PKKê bûye û ew beşdarî çalakiyên çekdarî li Sîlopiya navçeya Şirnexê bûye û di şerê xendeqan de jî çalakiyên li dijî hêzên ewlekariyê orgenîze kirine.

Amaje bi wê jî kir, Yîgît di 2018an de jî li Sûriyeyê di bin banê YPGyê de çalakî kirine û herî dawî jî li çiyayê Garê yê Başûrê Kurdistanê xebata xwe meşandiye.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê duh ragihandibû ku wan 24 çeperên PKKê li çiyayên Xewkurk, Qendîl, Asos û Garê jinav birine û hejmarek çekdarên PKKê jî kirine armanc.

Pustên heman beş