Tirkiye: Me Çiyayê Gare, Xewkurk, Qendîl û Asosê bombebaran kirin

pkk-qendil-asos-gare-Net

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ragihand, wan operasyoneke asmanî li ser çiyayên Gare, Xwakurk, Asos û Qendîlê kirine.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ragihand, wan çiyayên Gare, Xwakurk, Asos û Qendîlê kirine û 24 embar, sitargeh û şikeft armanc kirine.

Çiyayê Asosê yê li parêzgeha Silêmaniyê du caran hat bombebarankirin. Bombebaran jî li nêzîkî gundê Gelala bû. Ti ziyanên canî çênebûne.

Ji ber şerê di navbera Tirkiye û PKKê de li Herêma Kurdistanê, nêzîkî 800 gundan û çend deverên geştyarî wêran bûne û ziyaneke mezin gihandiye sektorên geştyarî û çandiniyê.

Pustên heman beş