Li Kerkûkê 6 çekdarên DAIŞê hatin kuştin yek jê serkirdeyekî xeternak bû

ISIS-Kirkuk-net

Şaneya ewlekariya Îraqê ragihand, di operasyoneke hevbeş de li Kerkûkê 6 çekdarên DAIŞê hatin kuştin. Yek jê serkirdeyekî xeternakê vê rêxistina terorîstî bû.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şeya Sûdanî, fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Îraqê, îro pêncşemê got ku balafirên şer îro û piştî bêtirî du mehan ji kar û pişkinîna baş ji alîyê ajansa istixbarata Îraqê li herêmeke Kerkûkê operasyona pêkhat.

Destnîşan kir, çeteyên DAIŞê hatin hedefgirtn, 6 jê hatin kuştin û yek ji wan: Omer Selah Nima ye, bi navê kod Ebû Xettab ku yek ji metirsîdartirîn serkirdeyên DAIŞê û berpirsê devera El-Buhemdanî li parêzgeha Kerkûkê ye.

Şaneya ragihandinê ya ewlekariya Îraqê jî navê du kesên din yên bi navê Osman Ebû ‘Ebd û Izedîn Hîşam eşkere kir.

Piştî operasyonê, ajansa îstixbarata niştîmanî ya Îraqê û dijî terorê operasyonek li dar xistin û li cihê bûyerê geryan û cenaze dîtin.

Hejmarek kemberên bombekrî, çek, cebilxaneyên curbecur û telefonên destan ji çeteyan hatin bidestxistin.

Pustên heman beş