Çekdarên PKK’ê keçeke biçûk li Duhokê revand

Çekdarên PKK’ê keçeke biçûk li Duhokê revand

Revandina zarokên kurdan ji aliyê çekdarên PKK’ê li her çar parçeyên Kurdistanê didome, herî dawî çekdarên vê rêxistinê keçeke biçûk a 12 salî li bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanî revand.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, çekdarên PKK’ê di roja 16/8/2024an de keçeke temen biçûk li bajarê Duhokê revandiye û veguhastiye Şaredariya Qendîlê.

Her wiha eşkere kirin, ji ber ku ev keç pirr biçûke û çekdarên PKK’ê bi derewan mejîkê wê şoştiye, paş ku perîşan dibe pirr digrî û ji çekdarên PKK’ê dixwaze wê vegerînin cem malbata wê, lê belê çekdarên PKK’ê daxwaza wê paş guh dikin û hewl didin keça biçûk aram bikin, loma çekdarên PKK’ê vê keçê ji Şaredariya Qendîlê dibin mala kadroyeke xwe a bi navê “Ronahî” ku mala wê li gundê Bokirîskanê ser bi Qendîlê ye.

Çavkaniyên me tekez kirin, ev kadroya PKK’ê ya bi navê “Ronahî” bi esla xwe ji Rojhilatê Kurdistanê ye û niha li gundê Bokirîskan nîşteciye, Ronahî bi malbata xwe re tevlî refên PKK’ê bûye û alîkariya wan dike.

Di salên dawiyê de ji gelê kurd re eşkere bû ku PKK’e rêxistineke kirêgirtiye û ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve tê birêvebirin, ji ber vê yekê hejmara kesên tevlî vê partiyê dibin pirr kêm bûye, loma ji neçarî ev rêxistin penayê dibe ber revandina zarokan heya ku bikare ji xwe re çekdaran dirust bike.

Pustên heman beş