Amara êrîşên Tirkiyeyê û paşve vekişîna çekdarên PKK’ê di 5 rojên derbasbûyî de

Bi sedema hebûna çekdarên PKK, di 6 rojan de Tirkiyê herî kêm êrîş li ser 8 gundên Duhokê encam dane

Bi sedema hebûna çekdarên PKK’ê di 4 rojan de Tirkiyê herî kêm êrîş li ser 11 gundên Duhokê encamdane.

Bi sedema liv û tevgerên çekdarên PKK’ê di nava gundên ser bi bajarê Duhokê ve, balafirên şer yên dewleta Tirk bi sedan bombe û mûşek li ser hejmareke gund û herêmên diyar yên parêzgeha Duhokê barandine.

Çavkaniyên Darka Mazî eşkere kir, ji 18/9/2024 heya 21/9/2024 balafirên şer yên Tirkiyê hejmareke gundên Duhokê li deverên Berwarî Bala û Nihêlê bombebaran kirine û zirarek pir mezin bi xweza û aqarê wan herêma gihandiye.

Çavkaniyên Darka Mazî destnîşan kir, sedema êrîşên berdewam yên dewleta Tirk li ser gundên Duhokê bo liv û tevgera bi guman a çekdarên PKK’ê vedigere ku rêxistin dixwaze ev gunde werin vala kirin û bibin qadên şer.

Êrîşên Tirkiyeyê bi vî awa bûne:

18/9/2024

Saet 8:50 şevê, balafirên leşkerê Tirkiyeyê aqarê gundê Sêdera yê ser bi nahiya Çemankê li devera Gare bombebaran kiriye.

Saet 9:00 heyanî 9:30 şevê, balafirên leşkerê Tirkiyeyê serê çiyayê Xêrê li hindavî geliyê Qadê û pişta gundê Serkaf yê ser bi nahiya Etrûş bombebaran kiriye.

Saet 9:04 şevê, leşkerê Tirkiyeyê pişta gundê Sergelê yê ser bi devera Nihêlê bombebaran kiriye.

Saet 11:55 şevê, helîkopterên şer yên Tirkiyeyê bi çekê doşka tunela PKK’ê ya dikeve hindavî gundê Guherzê yê ser bi devera Nihêlê hedef girtiye.

19/9/2024

Saet 12:15 heyanî 12:30 şevê, helîkopterên şer yên Tirkiyeyê geliyê Bazê yê ser bi devera Berwarî Bala bi çekê doşka û mûşekan hedef girtiye.

Saet 4:30 êvarê, balafirên şer yên Tirkiyeyê geliyê Bêşîlê yê ser bi devera Berwarî Bala ve hedef girtiye.

Saet 1:24 şevê, helîkopterên şer yên leşkerê Tirkiyeyê deverên Şara, Gîzê, tunela PKK’ê ya li hindavî gundê Guherzê, derdora gundê Berçê û Sergelê yên ser bi devera Nihêlê ve bombebaran kirine.

Saet 2:00 nîvrojê, careke din balafirên şer yên Tirkiyeyê tunela PKK’ê ya dikeve hindavî gundê Guherzê bombebaran kiriye.

20/9/2024

Saet 2:13 nîvrojê, balafirên leşkerê Tirkiyeyê nêvbera gundê Şêlaza û gundê Êkmalê yên ser bi devera Berwarî Bala ve bombebaran kiriye.

Saet 2:24 nîvrojê, balafirên şer yên Tirkiyeyê hindavî gundê Êkmale yê ser bi devera Berê Garê bombebaran kiriye.

21/9/2024

Saet 4:30 êvarê, balafirên şer yên Tirkiyeyê hindavî Geliyê Bazê yê ser bi devera Berwarî Bala ve bombebaran kiriye.

Ji Gulana îsal 2024ê ve û paş dijwarbûna êrîşên dewleta tirk, rêxistina PKK’ê bi mebest çekdarên xwe dişîne derdora gundên parêzgeha Duhokê, ev gund dewam dikevin ber êrîşan û vê nîgeraniyek mezin li cem şênîyan çêkiriye û PKK’e vê yekê bi zanebûn dike û dixwaze ew gund û herêmên Duhokê werin vala kirin.

Pustên heman beş