Li peravên Yewnanîstanê belemeke koçberan bin av bû: Gelek kes wendane

Yewnanîstanê belem-net

Li peravên Yewnanîstanê ji ber binavbûna keştiya ku ji Tirkiyê dihat, 4 koçberan jiyana xwe ji dest dan, 5 kes hatin rizgarkirin û 24 kes jî wenda bûn.

Li gorî rayedarên fermi yên Yewnanîstanê, îro roja duşemî 23 Îlona 2024ê, belemeke koçberan li peravên girava Samos ya Yewnanîstanê bin av bû, 4 koçber mirin û komeke din hatin rizgarkirin.

Rayedarên Yewnanîstanê diyar kirin ku dibe ku hin koçber winda bin û nasnameya wan hîn ne diyare.

Karbidestên Yewnanîstanê ragihandin bûyer li Rojhilata deryaya Egeyê li peravên Girava Samosê qewmiye, dema ku keştiyek piçûk ku koçber ji Tirkiyê vedguhastin binav bû.

Ewlehiya peravê ya Yewnanîstanê got ku piştî qezayê 5 kes hatin rizgarkirin, lê hîn ne diyare ka çend kes bi eslê xwe di keştiyê de ne û çend kes wendane û operasyoneke mezin bo lêgerîn û rizgarkirinê dewam dike.

Pustên heman beş