PKKê ev du keç li 2018 da ne kuştin û mirina wan veşartibû

Du Kec-Info

Nasnameya du keçên din yên Kurdan aşkere bû ku rêxistina PKKê 6 salan berê li Başûrê Kurdistanê da ne kuştin û heya roja me ya îro mirina wan veşartî hiştibû.

HPGê baskê leşkirî yê PKKê roja 22 Îlona îsal 2024ê nasnameya 2 çekdarên xwe yên keç aşkere kir ku li 13 Kanûna 2018ê li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne.

Ev 2 keçên ku PKKê ew di berxwedana xwe ya saxte de wenda kirîn, bi navên Zekye Nayîf ji Colemêrgê û Melek Osman ji Cizîrê ne.

Rêxistinê Zekya û Melek weke bi hezaran keçên din yên Kurdan xapandin û bi navê berxwedanê berê wan da mirinê.

Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan belav dike yên ku di salên berê de feda kirîn û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin ku hêjan PKKê nasnameya wan îfşa nekiribe.

Pustên heman beş