Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî girêdana 120 metreyî bi rêya Hewlêr-Dihokê va vekir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24ê Îlonê projeya girêdana 120 metreyî bi rêya Hewlêr-Dihokê ya vekir ku dirêjahiya wê 3 kîlometro ye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî vekirina projeyê di gotarekê de got: “Ev proje di xizmeta hemû welatiyên Kurdistanê de ye û rêya 120 metrî bi rêya sereke ya Hewlêr û Dihokê ve girêdide û asaniyeke mezin ji welatiyan re peyda dike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî destxweşî li kompaniya cîbicîkar (Hêmin Group) kir ku wan proje bi awayekî pir standard û di demek rekor de cîbicî kiriye.
Herwiha got: Em dikarin roj bi roj Kurdistanê ber bi pêş ve bibin û projeyên baştir bixin xizmeta welatiyan.