Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” zarokekî din ê 14 salî revand

Çeteyên PKK’ê"Ciwanên Şoreşger" zarokekî din ê 14 salî revand

Rêxistina çeteyan a bi navê “Ciwanên Şoreşger”a ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK’ê)ve bi armanca tevlîkirina nav refên partiyê, zarokek ji bajarê Helebê revandin

Li gor agahiyên di Sosyal Medyayê de ji aliyê çalakvanên Rojava Kurdistanê hatîn parve kirin, di 2/9/2024an de endamên rêxistina “Ciwanên Şoreşger” zarokê bi navê Mihemed Qoşo ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê revandiye ku ew di atolyeya dirûtnê de dişoxilî.

Mihemed Reşîd Qoşo ku dayika wî Hemîde Hesene, di 1ê Çileya 2010an de li bajarokê Racoyê Girêdayî Efrînê ji dayik bûye.

Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekdaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.

Li gorî çavdêran armanca çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ji revandina zarokên temen biçûk, şûştina mejiyê zarokan li gor bîrdozên Partiya Karkerên Kurdistanê û tevlîkirina wan di nava refên leşkerî yên partiyê de ye.

Pustên heman beş