Serok Barzanî di salvegera referandûmê de du perçeyên helbestan parve kirine, di yek ji wan de amajeyê dide “nirxê azadiyê” û di ya din de jî behsa “serwerî û şko”yê dike.
Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 25.09.2024) di salvegera heftê ya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê de li ser tora civakî ya Xê du perçeyên helbestên her du helbestvanên navdar ên Ereb Mutenebî û Mîxayîl Neîme parve kirin.
Serok Barzanî di peyama xwe de ew perçeya helbesta Mutenebî parve kir ku dibêje, “إذا غامَرْتَ في شَرَفٍ مَرُومِ، فَلا تَقنَعْ بما دونَ النّجومِ” yanî “Eger te pêxemetî serwerî û şkoyê serkêşî kir, bi kêmtir ji wê ya ku armanca te ye razî nebe.”
Serok Barzanî di pareke din a peyama xwe de ev perçeya helbesta Mîxayîl Neîme parve kir ku amajeyê dide “nirxê azadiyê”; “إنَّ الحريةَ أثمنُ ما في الوجود، لذلك كان ثمنُها باهظاً” yanî “Azadî ji tiştên herî bihadar ên jiyanê ye, lewma nirxê wê gelek giran e”.