Rêxistina bi navê “Ciwanên Şoreşger” ya ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê “PKK’ê”ve, zarokekî temen biçûk ji taxa Şêx Meqsûd a helebê bi armanca tevlîkirina nava refên partiyê direvînin.
Tora çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê eşkere kir, Ciwanên Şoreşger di 15 Îlonê de zarokê 14 salî yê bi navê “Şueyb Ehmed Salih” ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê revandiye.
Toreyê her wiha eşkere kir, tevî hewlên malbata vî zarokî ji boy lêkolînkirina çarenivîsa wî û seredana navendên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk û hêzên Sûriyeya Demokratîk, lê heta niha nekarîne ti agahiyan di derbarê çarenivîsa kurê xwe bi dest bixin.
Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekdaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.
Li gorî çavdêran armanca çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ji revandina zarokên temen biçûk, şûştina mejiyê zarokan li gor bîrdozên Partiya Karkerên Kurdistanê û tevlîkirina wan di nava refên leşkerî yên partiyê de ye.