Parêzgarê Helebceyê: Cîbicîkirina Masterplana Helebceyê berhema serdana Serokwezîr e

Parêzgarê Helebceyê: Cîbicîkirina Masterplana Helebceyê berhema serdana Serokwezîr e

Cîbicîkirina masterplana bajarê Helebce ji bo kompanyayeke biyanî ya naskirî hat dayîn û Parêzgarê Helebce jî dibêje, ew masterplan berhema serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo wî bajarî bû.

Bi amadebûna Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê Sasan Awnî û Parêzgarê Helebceyê Azad Tofîq, Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê girêbestek li gel kompaniyeke biyanî ya naskirî bo cîbicîkirina masterplana Helebceyê îmze kir.

Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, masterplan bi xerckirina zêdetirî milyar dînar li ser bûdceya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dê di heyama 450 rojan de were cîbicîkirin.

Sasan Ewnî got, hevahengî û hêsankarî di navbera ofîsên Wezareta Şaredarî û Geştûguzarî û Parêzgeha Helebce de dê bê kirin, ji bo cîbicîkirina masterplanê bi baştirîn şêwe.

Li gorî Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarî, kompaniya ku dê masterplana Helebceyê cîbicî bike, kompaniyek pir pêşketî ye li Rojhilata Navîn û beriya niha jî çend masterplan li Herêma Kurdistanê cîbicî kiribûn, ji wan jî, Kembera Kesk a Hewlêrê, ligel çend projeyên din ên mezin.

Parêzgarê Helebceyê: Masterplan berhema serdana Serokwezîr e

Parêzgarê Helebce Azad Tofîq ji bo cîbicîkirina masterplana Helebce spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.

Azad Tofîq got, danîna masterplanê û cîbicîkirina wê, ji encama serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Helebceyê bû. Herwiha hêvî xwast jî ku cîbicîkirina vê projeyê, bibe gaveke nû ji bo avedankirina bajêr.

Biryara Serokwezîr ji bo cibicîkirina masterplanê

 Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 28.03.2024an, fermana terxankirina pereyên pêwîst ji bo projeya masterplana Helebce da.

Cîbicîkirina Masterplana Helebceyê dê bibe sedema vejîn û geşepêdana Helebceyê di hemû aliyan de û dê bibe bingeha jêrxana bajêr. Ev proje, projeyek berfereh e û hemû beşên girîng ên bajêr li xwe digire û di pêşerojê de Helebce dê qonaxeke nû û pêşketî bibîne.

Pustên heman beş