Li Çewligê minibûsa rêwiyan wergerya û 13 kes birîndar bûn

Li Çewligê minibûsa rêwiyan wergerya û 13 kes birîndar bûn

Li navçeya Dara Hênê ya Çewlig a Bakurê Kurdistanê di encama wergeryana mînîbûsa rêwiyan de 13 kes birîndar bûn.

Di rêya navbera Çewlig û Amedê de mînîbûseke rêwiyan ji ber sedemekî nayê zanîn ji kontrola ajokar derket û wergerya.

Piştî bûyerê li ser agahdariya kesên derdorê tîmên 112 yên tenduristiyê, tîmên cendirme û tîmên agirkuj ên Dara Hênê geheştin cîhê bûyerê.

Hat ragehandin di bûyerê de 13 kes birîndar bûn û ji nexwaşxanyên Dara Hênê û Nexwaşxaneya Dewletê ya Çewligê re hatin veguhestin.

Pustên heman beş