Cîgirê Serokê CHPê daxwazê dike partiya wî siyaseteke neguher li ser pirsa Kurdan hebe

CHP-Kurd

Cîgirê Serokê Firaksiyona CHPê rexneyê li siyaseta aborî ya Tirkiyeyê digire û dibêje, “Divê CHPê li ser pirsa Kurdan siyaseteke neguher hebe, ji bo ku bikare li Bakurê Kurdistanê partiyeke bibandor be.”

Cîgirê Serokê Firaksiyona Partiya Gel a Komarî (CHP) Gokhan Gunaydin di derheqa sepandina qeyûman de dibêje, “CHPê li ser sepandina qeyûman helwesteke ron hebû û rêyên qanûnî û siyasî bi cih anîne.”

Cîgirê Serokê Firaksiyona Partiya Gel a Komarî (CHP) di derheqa rolê Dem Partiyê de jî got, “Divê Dem Partî bibe partiyeke Tirkiyeyê ne ku partiya aliyê din.”

Ev gotinên Gunaydin di çarçoveya wê dîbeytê de bûn a ku li ser bîranîna 30 saliya damezrandina piroseya demokrasî li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê bi rê ve çû.

Gunaydin rexne li siyaseta niha ya Tirkiyeyê girt û got, “Qers bajarekî sihrî ye, lê bi lez ber bi heliyan û biçûkbûnê ve diçe, herwesa ew awayê ku îdaredana bajarî heye qet bi destkeftiyan re nagunce, ji ber ku bi siyasetekê kar li ser tê kirin û ber bi belavkirina şêniyan û çolkirina wê ve diçe.”

Navbirî amaje jî da, “Ji bilî vê yekê jî, ew paşveçûna ku di aborê Tirkiyeyê de piştî hilbijartinên borî rû daye bandoreke metirsîdar li ser vê deverê çê kiriye, lewma jî bêkariyê û pêleke koçkirinê û çolkirinê bajar vegirtiye. Vê yekê jî wesa kiriye ku berdewam hejmara şêniyên wê kêm bibe”

Cîgirê Serokê CHPê dibêje, “60% ya deverên pîşesazî yên Tirkiyeyê li sinorê herêma Mermereyê ye, vê yekê jî wesa kiriye ku çirtirîn rêjeya şêniyan li wê parçeya Tirkiyeyê kom bibe û siyaseta parvekirina aborî û şêniyan neyê kirin, sedema wê jî siyasî ye. Ev jî piştbestina aborî bi kertê çandinê û candariyê tûşî kêmkirinê dike.”

Gunaydin eşkere jî kir, “Mimkin e di dewletê de kesek bi merem vê siyasetê peyrew dike, lewma jî divê ew siyaset bê guhertin û sererastkirin. Ji bo vê yekê jî, divê CHPê gotareke rasteqîne li ser çarekirina pirsa Kurdan hebe û divê Dem Partî jî bibe partiyeke Tirkiyeyê.”

Pustên heman beş