Fermandarekî PKKê hat kuştin

Karker Tolhildan -info

Fermandarekî HPGê yê bi navê kod Karker Tolhildan ku ji damezrênerên Hêzên Rizgarîya Efrînê ye demeke hatiye kuştin û rêxistina PKKê mirina wî veşartibû.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja şemî 28 îlona 2024ê nasnameya fermandarekî xwe yê bi navê Ridwan Kiyasettîn bi kodnavê Karker Tolhildan aşkere kir ku li 10 Hezîrana 2023ê li herêma Efrînê ya Rojava Kurdistanê hatbû kuştin û heya roja me ya îro mirina wî veşartibû.

Ridwan Kiyasettîn bi yêk ji damezrênerên Hêzên Rizgarîya Efrînê ya girêdayî PKKê ye, ew li sala 1997ê tevlî refên PKKê bûbû.

Rêxistina PKKê îro roja şemî 28 îlonê mirina wî paş derbasbûna salek û du mehan ji kuştina wî, ji nû ve îlan kir.

Pustên heman beş