Çend teqîn li parêzgeha Dêrazorê ya Sûriyeyê rû dan, yek ji wan di nav baregeheke leşkerî ya Amerîkayê de bû.
Medyaya Sûriyeyê ragihand, baregeha Amerîkî ya li kargeha Konîko ya gazê li Dêrazorê, ji aliyê dronekê ve hat armanckirin, bêyî ku ti zanyariyên din derbarê ziyanan bê ragihandin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, firokeyên şer ên nenas çeperên milîsên Îranê li bajarê Dêrezorê û gundewarê wê yê rojhilat 5 caran kirin armanc.
Ev yek piştî wê tê, Hizbullaha Libnanî duhî 28ê Îlonê kuştina Sekreterê Giştî yê partiyê Hesen Nesrullah di êrîşên Îsraîlê li ser Taxa Başûr a Beyrûtê de ragihandibû.
Ji piştî şerê li Xezzeyê di Cotmeha 2023an de, baregehên Amerîkayê yên di nava axa Sûriyeyê de, rastî 141 êrişan ji aliyê milîsên bi piştevaniya Îranê ve hatine.