Hizbullaha Libnanî duh 28 Îlonê kuştina sekreterê giştî yê partiyê Hesen Nesrullah di êrîşên Îsraîlê li ser taxa Başûra Beyrûtê de ragihand, vê yekê karvedanên cuda li pey xwe anîn.
Piştî eşkerebûna kuştina Hesen Nesrullah, piraniya alî û kesên nêzî Enya Miqawemê a ku Îran serkêşiya wê dike nîgeraniya xwe ragihand û ev êrîşa Îsraîlê bi tundî şermezar kirin, di nav de hin hêz û kesayetên kurdî jî hebûn.
Yek ji aliyên kurdî yên herî zêde bi kuştina Hesen Nesrullah bi bandor bûyî YNK’e bû, ji ber ku YNK’e jî bi partiyeke ser bi Enya Miqawemê a Şîeyan tê naskirin, lê belê YNK’ê ji ber tirsa ji bertekên herêmî û navxweyî di vê derbarê de bi awayekî rasterast hevxemî û nîgeraniya xwe eşkere nekir, belku hin ji berpirsên vê partiyê bi awayekî kesokî hevxemiya xwe diyar kirin.
Bandora herî zêde ya kuştina Hesen Nesrullah li ser alî û kesayetên nêzî Îranê li Şengalê xuya bû, Şêx Dawod Cindî berpirsê melbenda YNK’ê a li Şengalê li ser hesaba xwe ya Facebookê bi parvekirina wêneyekî Hesen Nesrullah hevxemiya xwe ji boy kuştina wî eşkere kir, tazî û şînî danî, ev jî îspat dike ku bi kuştina Hesen Nesrullah alî û kesayetên ser bi Enya Miqawemê ketine rewşeke derûnî a pirr xerab, ji ber ku yek ji mezintirîn berpirsên wan hatiye kuştin.
Weke dixuye kuştina kesayetên mîna Hesen Nesrullah wê berdewam bike, lê belê ka dê heya kengê berpirs û aliyên kurdî yên ser bi Îranê ji xîyaneta xwe ya li hember Kurd û Kurdistanê paşgez bibin heyanî niha nexuyaye, ev jî kurdan û Kurdistanê dixe rewşeke aloz û nediyar.