Saziya Îstîxbarata Milî ya Tirkiyê (MÎT)ê, ragehand ku di operasyoneke li başûrê Kurdistanê de, berpirsekî PKKê yê binavê Loqman Îsmaîl ku wek Şiyar Muxtar tê naskirin, bê bandor kirine û canê xwe ji dest da ye.
Li gor agahiyên çavkaniyê ewlekariyê ku Ajansa Anadulu ya Tirkiyê belav kiriye, di xebata giştî ya îstîxbarata MÎTê de hatiye diyar kirin ku ew kesên ku di encama operasyona MÎTê de canê xwe ji dest da ye, xelkê Rojavayê Kurdistanê ye.
Herwaha Ajansa Anadulu a Tirkiyê ragehandiye ku Loqman Îsmaîl ku weke Şiyar Muxtar dihate naskirin, 30 sal bû ye ku di nav PKKê de bû ye, di operasyoneke xalî de ango noxteyî de hatiye armanc kirin.