Rojava Kurdistanê.. PKKe bi darê zorê karta kehrebê bi giranî bi xelkê dide kirîn

Rojava-pkk-pyd-rimelan-derik-kocerat-Net

Her ku diçe zilim û sitema PKKê û PYDê li ser gelê Rojava Kurdistanê pêtir dibe, ev rêxistina dije Kurd piştî ewqas dizîna neftê, stendina pereyan û bacê ji şênîyan têr nebûy, bi darê zorê karta kehrebê bi giranî bi xelkê dide kirîn.

Li gorî agahiyên Darka Mazî, li roja îniya rabûrî 27 îlona îsal 2024ê, berpirsê PKKê yê Rimêlanê bi navê Azad civînek bi şênyên Dêrkê, Rimêlan û Koçerata çêkiriye û di wê civînê de li ser şênîya feriz kiriye ku kartên kehrebê bi bihayekî giran bikirin û qebûl bikin.

Çavkaniyên me destinîşan kirin, PKKê her malek mecbûr kiriye ku karta kehrebê ku rojê tenê çar saetan kehrebê dide beramberî 20 dolaran bikirin.

Xelkê jî derbarê vê biryara PKKê û rêveberîya kehrebê ya wê derê bertek nîşan da ne û ji rayedarên PKKê re gotine: “Hûn ne kehrebê çareser dikin, hûn dixwazin pera ji me bistînin, em ê 20 dolarê we bidin û me ew kehreb jî nelazime”.

Rêxistina PKKê û baskên wê yên Rojava tevî dizîna neftê û siyaseta bêwjdanane ya stendina bacê û pereyan ji xelkê û kasibkaran, cotkarên Rojava Kurdistanê jî mecbûr kirine ku dexil û danê xwe bi nirxeka erzan bifroşin rêxistinê û rêveberiyên çandiniyê yên girêdayî Rêveberîya Xweser ya PKKê.

  • Kurdo Bakûrî

Pustên heman beş