Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriyê li Rojavayê Kurdistanê dikin

Russia-turkey-rojava

Hêzên Rûsya û Tirkiyeyê gereke çavdêriyê ya hevbeş li gundewarê Kobanê pêk anîn.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan, hêzên Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê û hêzên Tirkiyeyê îro gereke çavdêriyê li Kobanê pêk anîn.

Gera çavdêriyê ji gundê Xerîb ê Kobanê dest pê kir û li gundên Qeremox, Şêran, Til Hacib, Eyn Bet, Holaqiyê, Qibcix geriya û li gundê Benderxanê bidawî bû.

Ji her du aliyan 8 wesayîtên zirxî beşdar bûn û 2 helîkopterên Rûsyayê jî ji asman ve çavdêrî kirin.

Tirkiye û Rûsyayê ji destpêka Mijdara 2019an ve dest bi gerên hevbeş kirin, wek tedbîrekê ji bo şopandina cîbicîkirina bendên rêkeftina “Soçî 2019” ya taybet bi mijara vekişîna şervanên HSDê 30 km ji sînorê Tirkiyeyê.

Pustên heman beş