PKKê kuştina vî fermandarê xwe yê giring jî 4 sale veşartibû

Baz Azad Piro-PKK-Net

Nasnameya fermandarekî din yê HPGê aşkere bû ku 4 salan berê li Başûrê Kurdistanê hatiye kuştin û PKKê kuştina wî veşartî hiştibû.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê, duh roja yekşemî 29/9/2024ê nasnameya fermandarê HPGê yê bi navê Ebdulrehman Aksale bi navê kod Baz Azad Pîro aşkere kir, ev kadroyê PKKê li sala 2020ê li Başûrê Kurdistanê ketiye ber êrîşên dewleta Tirk û PKKê mirina wî veşartibû.

HPGê da zanîn ku Baz Azad Pîro ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye û ew li 25ê Îlona 2020ê li Başûrê Kurdistanê hatibû kuştin.

Diyar kir ku Baz Azad Pîro sala 2005an tevlî refên PKKê bûye.

Pustên heman beş