Bi sedema hebûna çekdarên PKK’ê di 9 rojan de Tirkiyê herî kêm êrîş li ser 9 gundên Duhokê encamdane.
Bi sedema liv û tevgerên çekdarên PKK’ê di nava gundên ser bi bajarê Duhokê ve, balafirên şer yên dewleta Tirk bi sedan bombe û mûşek li ser hejmareke gund û herêmên diyar yên parêzgeha Duhokê barandine.
Çavkaniyên Darka Mazî eşkere kir, ji 22/9/2024 heya 30/9/2024 balafirên şer yên Tirkiyê hejmareke gundên Duhokê li deverên Berwarî Bala û Nihêlê bombebaran kirine û zirarek pir mezin bi xweza û aqarê wan herêma gihandiye.
Çavkaniyên Darka Mazî destnîşan kir, sedema êrîşên berdewam yên dewleta Tirk li ser gundên Duhokê bo liv û tevgera bi guman a çekdarên PKK’ê vedigere ku rêxistin dixwaze ev gunde werin vala kirin û bibin qadên şer.
Êrîşên Tirkiyeyê bi vî awa bûne:
22/9/2024
Saet 11:55 heyanî 12:30 şevê helîkopterên leşkerê Tirkiyeyê geliyê Bazê yê ser bi devera Berwarî Bala ve bi çekê doşka û mûşekan hedef girtiye.
23/9/2024
Saet 12:24 şevê, helîkopterên şer yên leşkerê Tirkiyeyê deryê bêra, gîzanî li hindavî gundê sergelê û tunela PKK’ê ya dikeve çiyayê Metîna li hindavî gundê Guherzê hedef girtine.
Saet 11:00 sibê, balafirên şer yên Tirkiyeyê geliyê Dêra yê ser bi devera Berwarî Bala ve bombebaran kiriye.
24/9/2024
Saet 2:55 nîvrojê, balafirên şer yên Tirkiyeyê geliyê Şêlaza yê ser bi nahiya Kanîmasê ve bombebaran kiriye.
Saet 7:55 heyanî 8:30 şevê, helîkopterên leşkerê Tirkiyeyê geliyê Bazê yê ser bi nahiya Kanîmasê bi çekê doşka hedef girtiye.
Saet 8:14 şevê helîkopterên leşkerê Tirkiyeyê tunela çekdarên PKK’ê ya dikeve hindavî gundê Guherzê yê ser bi devera Nihêlê ve hedef girtiye, her wiha Saet 11:09 şevê careke din heman tunel hedef girtiye.
25/9/2024
Saet 2:48 nîvrojê, balafirên şer yên Tirkiyeyê di nêvbera gundên Şêlaza û Êkmalê yên ser bi nahiya Kanîmasê bombebaran kiriye.
26/9/2024
Saet 8:33 şevê, helîkopterên şer yên Tirkiyeyê careke din tunela PKK’ê ya dikeve çiyayê Metîna yê li hindavî gundê Guherzê û Deriyê Bêra bombebaran kirine.
27/9/2024
Saet 12:22 nîvrojê, balafirên şer yên Tirkiyeyê geliyê Dergelê yê ser bi nahiya Kanîmasê bombebaran kiriye.
Saet 8:55 heyanî 9:15 sibê, helîkopterên şer yên Tirkiyeyê bi çekê doşka û mûşekan geliyê Bêşîlê û geliyê Bazê yên ser bi devera Berwarî Bala ve hedef girtine.
Saet 2:50 nîvrojê, balafirên şer yên Tirkiyeyê dîsa tunela PKK’ê ya dikeve hindavî gundê Guherzê yê ser bi devera Nihêlê ve bombebaran kiriye, her wiha Saet 8:40 heyanî 10:25 helîkopterên şer yên Tirkiyeyê bi çekê doşka û mûşekan careke din hema tunela PKK’ê hedef girtiye.
Saet 9:04 şevê helîkopterên şer yên Tirkiyeyê geliyê Bazê yê ser bi devera Berwarî Bala ve bombebaran kiriye.
28/9/2024
Saet 5:58 êvarê, balafirên şer yên Tirkiyeyê careke din tunela PKK’ê ya dikeve hindavî gundê Guherzê bombebaran kiriye.
Saet 5:35 êvarê topeke Hawen a ji cureyê 60 Mlm ji aliyê çiyayê Metîna ve hatiye û bi nava mala wilatyekî gundê Guherzê ketiye û zirarên madî çêkirine.
29/9/2024
Saet 7:45 heyanî 8:50 şevê, helîkopterên şer yên Tirkiyeyê geliyê Bazê yê ser bi nahiya Kanîmasê bi çekê doşka û mûşekan hedef girtiye.
Saet 11:00 şevê, helîkopterên şer yên Tirkiyeyê çiyayê hindavî gundê Guherzê heya digihe gundê Belave yên ser bi devera Nihêlê bi çekê doşka û mûşekan hedef girtiye.
30/9/2024
Saet 12:00 heyanî 12:35 şevê, helîkopterên şer yên Tirkiyeyê geliyê Bazê û geliyê Hespa yên ser bi devera Berwarî Bala ve bi çekê doşka û mûşekan hedef girtine.
Ji Gulana îsal 2024ê ve û paş dijwarbûna êrîşên dewleta tirk, rêxistina PKK’ê bi mebest çekdarên xwe dişîne derdora gundên parêzgeha Duhokê, ev gund dewam dikevin ber êrîşan û vê nîgeraniyek mezin li cem şênîyan çêkiriye û PKK’e vê yekê bi zanebûn dike û dixwaze ew gund û herêmên Duhokê werin vala kirin.