Balafirên şer 11 çekdarên PKKê li Başûrê Kurdistanê kuştin

Pence-pkk-turkey-net

Balafirên şer yên dewleta Tirk di êrîşên 24 saetên derbasbûyî de, 11 çekdarên PKKê li Başûrê Kurdistanê û 2 çekdar li Rojava Kurdistanê kuştin.

Wezareta parastina netewî ya Tirkiyê aşkere kir, di êrîşên 24 saetên rabûrî de ku 11 çekdarên PKKê li herêma operasyona Pence bûn armanca balafirên şer, her wiha 2 çekdar li herêma operasîna Kaniya Aşitiyê.

Destnîşan kir, operasyonên artêşa Tirkiyê li dijî rêxistina PKKê, bênavber wê bidomin.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an di nav axa Başûrê Kurdistanê de li dijî PKKê dest bi operasyona bi navê “Pence” li sînorê navçeya Amêdiyê kirbû.

 Li Hezîrana îsal 2024an jî qûnaxeke din ji vê operasyonê destpêkir û hêjan jî dewam dike. Ji wê demê ve PKKê wendahiyên mezin da ne û rojane ciwanên Kurdan bi destê artêşa Tirk dide kuştin.

Pustên heman beş